ÎranNûçeRojhilatanavin

Qumandê hêzên deryayî yên Sipahê Pasdarên inqilaba îslamî got: Amerîka karayiya sekinîna eskerî li hemberî Îranê tune

Serdarê Sertîp Pasdar Elî Fedewî qumandê hêzên deryayî yên Sipahê Pasdarên inqilaba îslamî li gotinên xwe yên duşemê şev li bajarê Qumê li başûra Têhranê bal kişande ser pîlana rojava bona destdirêjiya eskerî ser Îranê ragihand ku eger ew komployeke wiha bigêrin bê şik dê poşman bin û xisaretên zav dê bibînin.

Qumandê hêzên deryayî yên Sipahê Pasdarên inqilaba îslamî li dewama gotinên xwe bal kişande ser lawazbûna karayiya eskerî ya amerîkiyan li hemberî bawermendî û rûhiyeta şehadetxwaziya şervanên îslamê û got: Bê şik amerîkî û kirêgirtiyên wan li navçê li hemberî inqilaba îslamî û şervanên misilmane welatên navçê dê rastî işkestê werin.

Fedewî destnîşan kir; Dijminên Îslamê li hemberî baweriya misilmanên Yemenê nekarîn serketinekî kêm bînin dest û işkest xwarin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu