ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Raberkirina xizmetan ji hêla Heyva Sor a Îranê li bajarê Kerbelayê

Hisên Fezlî rêvebirê Komeleya Heyva Sor a Îranê got: Xizmetên dermankirinê yên Heyva Sor a Îranê li konên vê komeleyê di navbera her du tirbên paqij li bajarê pîroz ê Kerbelayê da tên raberkirinê ku niştegerîyên piçûk jî digirin ber xwe.

Fezlî bal kişand ser vedana konên dermankirinê yên Heyva Sor a Îranê li bajarê pîroz ê Kerbelayê û got: Li gorî pêvajoya her salê, du komên pişzişkîyê ku ji pizişkên giştî, perestar (hemşîre,nirs) û personelên hawargiheştinê pêk tên, ji duh ve li 2 konên dermankirinê li bajarê Kerbelayê bicih bûne û li rex navenda dermankririnê ya 24 sietî ya Komeleya Heyva Sor, xizmetên dermankrinê raberî zîyaretkirên tirba îmam Hisên (S) dikin.

Hisên Fezlî rêvebirê Komeleya Heyva Sor a Îranê li dawîyê bi gotina vîya ku konên Heyva Sor a Îranê yê heta mexrebeya roja Aşûrayê li Kerbelayê vedayî bin, got: Li gorî jordaçûna hejmara zîyaretkiran di roja Aşûrayê da, konekî din yê li rex tirba hezretê Ebas (S) bê vedanê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu