ÎranNûçeRojhilatanavin

Radyoya Kurdî ya Têhranê bû 73 salî

Radyoya Kurdî ya Têhranê ku 73 salan berî nika di rojeke wek îro yanî 25`ê Mijdara sala 1946`an de hat damezirandinê, îro 73`yemîn salvegera damezirandina xwe pîroz dike.

Radyoya Kurdî ya Têhranê yek ji radyoyên kevin ên kurdî û radyoyên derveyî sînorî yên Îranê hertim bi bernamên çandî, civakî, sîyasî û mezhebî jibo deverên Kurdnişîn ên Îran, Iraq, Sûrîye û Tirkîyê jibo Kurdan nasyar bûye û heta roja îro karîye ku cîgeha xwe weke mêdyayeke gelanî biparêze.

Radyoya Kurdî ya Têhranê ku li Têhranê dest bi weşanê kir, piştî 14 salan bo Kirmanşanê hat veguhestin, paşê careka din bo Têhranê hat zivirandinê û heta roja îro jî li paytexta Komara isalmî ya Îranê weşana xwe didomîne.

Gellek kesan li vê radyoyê kar û xebat kirine ji wan Hesen Zîrek, Mezher Xaliqî, Suware Îlxanîzade, Mêdya Zendî, Şukrullah Baban, Hecî-Xosro Şêyxkanlû, Seyîd-Ezîz Ewlewî, Seyîd-Celal Nizamî, Seyîd-Nizam Nizamî û Emîreslan Şêyxkanlû. 

Başa dön tuşu