CîhanEwropaNûçe

Raj Shahê Alîkarê berdevkê çapemeniyê Amerîka îstifa kir

Di dewama îstîfa û wêdadayiyên berdwam ji kar li dewleta Amerîkayê, Alîkarê berdevkê çapemeniyê yê Koşka Sipî dest ji karê xwe kişand.

Malpera Rojnameya Hafîngton Postê roja Duşemiyê nivîsî: Rac Şah (Raj Shah) Alîkarê  berdevkê çapemeniyê yê Koşka Sipî bi awayê fermî îstîfaya xwe ji dewleta Trump ragihand.

Rac şah bi daxûyaniyekê ragihandiye ku dil heye hevrê digel Birayan Balard yek ji kesên bibandor ên siyasî li Am,erîkayê, koma mêdyayên ya Balard damezirîne.

Rac Şah yekem amerîkiyê bi eslê xwe hindî bû ku karî li beşa çapemeniyê ya Koşka Sipî mewqiya girîng a alîkartiya berdev bi dest bixe,.

Hîn dewleta Trump têkildarî Îstîfaya Rac Şah bertekek nîşan nedaye.

Di heyama zêde ji du salan çalakiya Dewleta Trump bi dehan rayedarên pileberz ên siyasî û leşkerî ji wan gellek ji endamên Kabîneya dewletê û rayedarên Koşka Sipî dest ji posta xwe kişandine an hatine derxistin.

Başa dön tuşu