Rapora malpera Debkayê têkildarî xalên herî giring ên danûstandina serdemê

Malpera siyonîstî ya Dêbêkayê îdia kir: Dewleta Amerîkayê bi alîkariya çend welatên paşvero yên ereb ên navçê ji wan Erebistan û Îmaratê li bara plana emerîkî ya danûstanina serdemê li hev kiriye.
Li gorî rapora navenda raghandinê ya Filistînê, çavkaniya siyonîstî ya Debkayê li raporekê nivîsî: Donald Trump serokkomarê Emerîkayê tev şêx Temîm Bin Hemd Alê Sanî, mîrê Qeterê, Ebdulfetah El-Sîsî serokkomarê Misrê, Muhemed Bin Selman, welîehdê siûdî û şêx Muhemed Bin Zayid welîehdê Ebûzebiyê li bara naveroka plana xwe ya nasiyar bi danûstandina serdemê behs û gotûbêj kiriye û biryar e ev plana di dema qirarkirî de ji aliyê Emerîkayê were raghandin.
Vê malpera siynîstî ji zarê hin çavkaniyên agehdar nivîsî: Li gor yek ji xalên plana emerîkî ya nasiyar bi danûstandina serdemê, welatê Filistînê bi hakimiyeta sînordar tenê di nîvek ji kêleka rojava ya çemê Urdinê tê avakirin û li gor vê planê, Ebdîs paytexta pêşniyarkirî ya Filistînî ye.
Li gorî plana danûstandina serdemê, Îsraîl berpirsiyariya ewlehiyê ya beşeke zêde ya kêleka rojava û derbasgehên sînorî digre destê xwe û tenê taxên erebî yên Qudsa rojhilat tevlî welatê Filistînê dibin û Gaza bi şerta hevhatina Hamasê bi mesela jiçekkirinê tevlî welatê nû yê Filistînê dibe.
Li gorî raghandina malpera siyonîstî ya Debkayê li plana danûstandina serdemê, ya Emerîkayê, mafê vegeryana filistîniyan bo welatê xwe Flistînê hat îbtalkirin û hakimiyeta ser mizgevta Eqsatyê bi awayê hevpar tê sipartin bo Urdin, Filistîn û Rejîma Siyonîstî.