CîhanEfxanîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Rapora NY derbara kuştina bi sedan sivîlên Efgan di encama êrişên Amerîkayê de

NY li raporekê ragihand ku di 6 mehên buhurî de zêde ji 350 sivîlên Efgan di encama êrişên hewayî yên Amerîkayê de hatine kuştinê yan jî birîndar bûne.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, li rapora NY hatîye ku ev hejmara sivîlên Efgan ji sala 2018`an heta niha di encama êrişa balafirên Amerîkayê li eyaletên curbicur ên Efganistanê de ji wan li Kuner û Nengerharê hatine kuştinê û yan birîndar bûne.

Leşkerên amerîkî yên li Efganistanê bi heceta têkoşîna li hemberî têrorîsmê bi caran deverên xelknişîn, navendên dermankirin û perwerdê û şîngêrî û dawetên gelê Efganistanê didin ber bombeyan ku di encamê de gellek sivîl tên kuştin an birîndar dibin.

Berî vîya Hamide Kerzey serokomarê berê yê Efganistanê wek berteka li hemberî kuştina sivîlên Efgan bi destê hêzên amerîkî ji rayedarên Waşîngtonê xwestibû ku şêrr nedomînin, dawî li kuştinan bînin û li Efganistanê jî nemînin.

Ji dema ku dewleta Donald Trump li Amerîkayê hatîye ser desthilatê û istiratêjîya nû ya Waşîngtonê têkildarî Efganistanê hatîye ragihandinê, êrişên hewayî yên amerîkîyan li wî welatî du beranber bûne.

Başa dön tuşu