AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî ziviriye Têhranê

Hesen Rûhanî serokkomarê Îranê li sefera xwe ya sêrojî bo Hindûstanê li destpêkê seredana Heyderabadê li başûra Hindûstanê kir û piştî seredana ji şûn û eserên dîrokî û çandiye Îraniyan li Hindûstanê li koma nimêjkerên jimêja îniya Heyderabadê  ser pêwîstiya berfirehbûna dan û istandinên çandî di navbera du welatan kir.

Serokkomarê Îranê li dewra dudyan a vê seferê duh şemiyê li Dêhliya Nûyê bilî hevdîtina tev Ram Nat Kovînd serokkomar û Narêndra Modî serokwezîrê Hindûstanê li rêûresma îmzakirina sened û belgeyên hevkariyê di navbera du welatan û li koma zana û alimên Hindûstanê jî axivî.

Komara Îslamî ya Îranê û Hindistan ji bo xurtkirina asta têkiliyên hevpar, 15 belge û hevhatina hevkariyê wajo kirin.

Ev belge û reşnivîsên  hevkariyê roja şemiyê li Dêhliyênû û bi beşdariya  Hesen Rûhanî, serokê Komara Îslamî ya Îranê û Narenda Modî serokwezîrê Hindstanê ji aliyê rayedarên pilebilind ên du welatan hatin wajokirin.

Hevhatina wernegirtina sermala zêde, reşnivîsa hevhatina  betalkirina  vîzeya siyasî, reşnivîsa hevkariyê li warê cotkariyê, reşnivîsa  hevkariyê li warê Antî Dampîngê, reşnivîsa hevhatina  rêveberiya  demkî ya faza ewil a bendera ewil a Çabuharê, reşnivîsa hevkariyê navbera şîrketa posta Îranê û dayira posta  Hindistanê û reşnivîsa hevkariyê navbera beşa  karûbarên jinan a serokkomariya Îranê û Wezareta karên jinan a Hindistanê ji wan  hevhatinnameyên  wajokirî navbera Îran û HIndistanê ye.

Îran û Hindistanê her wiha  li warên  wergirtina  sûçkaran, alîkariya  dadweriyê li karûbarên  medenî û ticarî, hevkariyên  tendrustiyê, dermanan navbera wezaretaxaneyên  tendrustiyê navbera du welatan û hevkariya  li warê tebabeta sunetî navbera Wezareta tendrustiya Îranê û Wezareta tebabeta sunetî ya Hindistanê, reşnivîsa hevkariyê wajo kirin.

Reşnivîsa hevhatina  dayîna  vîzeya iliktronîk, reşnivîsa hevhatina  hevkariyê ya odeya bazirganiyê  ya Îranê tev odeya  bazirganiyê ya  Fîkiyê, reşnivîsa hevhatina hevkariya odeya  bazirganiya  Îarnê etv  odeya  bazirganiya  Asûşemê û reşnivîsa hevhatina  odeya  bazirganiya  Îranê tev  odeya  bazirganiyê ya  PHD Çembirê jî  ji belgeyên din ên  wajokirî navbera rayedarên  pilebilind ên  Îran û Hindistanê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu