IraqNûçeRojhilatanavin

Xwenîşandana dijî Amerîka û Îsraîlê li bajarên Iraqê

Xelkê Iraqê, li para zêde ya parêzgehên vî welatî, bona şermezarkirina biryara Donald Trump, serokomarê Amerîkayê ya li ser bifermînaskirina bajarêm Qudsê wekî paytexta Rejîma Siyonîst û guhestina balyozxaneya Amerîkayê bo bajarê Qudsê, xwenîşandan li dar xistin.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a FARS`ê, li Bexdayê û bajaroka Sedrê, bi dehan hezar kes ku balyozê Filistînê yê li Iraqê jî di nav koma wan de bû, xwenîşandan li dar xistin.

Herwiha li Mûsil, Besre, bajarên parêzgeha El Enbarê û li para zêde ya bajarên Iraqê, xwenîşandan ji mizgevt û hisêniyeyan destpê bûn.

Başa dön tuşu