IraqNûçeRojhilatanavin

Rayedarê Iraqî: Ne rast e ku me di mijara Mûsilê de bi Tirkiyeyê re lihev kiriye

Rayedarekî hikumeta Iraqê got daxuyaniya Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Ashton Carter ku tê de digot “Tirkiye û Iraqê di mijara operasyona Mûsilê de di prensîbê de lihevdu kirin”, ne rast e.

Rayedarê Iraqî yê ku nexwest navê wî were diyarkirin, ji BBCyê re axivî û diyar kir ku ew naxwazin Tirkiye beşdarî operasyona Mûsilê bibin. Rayder anî ziman ku îdiaya peymanê ne rast e û “di azadkirina Mûsilê re tu rol nakeve ser Tirkiyeyê.”

Ew rayedar wiha axivî: “Em ji Tirkiyeyê dipên ku ew li hemberî terora DAIŞê di şer de li gel Iraqê be, serweriya Iraqê binpê neke, li hemberî cîrantiyê rêzê bigire û li Mûsilê an jî li cihekî gefê li yekîtiya gelê Iraqê nexwe.”

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Ashton Carter li Enqereyê piştî hevdîtinên xwe yên li gel Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim û Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Fikri Işik ji bo rojnamegerên li gel xwe daxuyandibû ku ji bo mijara Tirkiye beşdarî operayona rizgarkirin a Mûsilê bibe, di prensîbê de lihevdu hatiye kirin. Carter anîbû ziman ku Tirkiye di rizgarkirina Mûsilê ji destê DAIŞê de divê xwedî rol be û gotibû lê di derbarê mijarê de biryara dawiyê divê rêveberiya Iraqê bide. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu