NûçeRojhilatanavinYemen

Rayedarê yemenî: Gel wan nûneran nas dike ku li kêleka wî sekinîne

Li pey lidarxistina Hilbijartina Navîndewreyî ya Yemenê, Alîkarê Wezîrê Karên derve yê Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê got: Gelê tenê wan nûneran nas dike ku li aliyê gel û welatê xwe sekinîne.

Hilbijartina Navîndewreyî ya Parlimana Yemenê jibo hilbijartina 24 nûneran li 453 bazineyên hilbijartinê li parêzgehên Sen’a, Teizm Ab, Beyza, Umran, Zemar, Hece, Sei’de û Mehwîtê roja Yekşemiyê hat lidarxistin.

Hisên El Ezî, Alîkarê Wezîrê Karên derve yê Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê li hevpeyivîna digel Ajansa yemeniyan a Nûçeyan a Saba Netê, got: Gel kirêgirtiyên ku bi hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî va bûn yek û destê wan di kuştina gel da hebû, bi fermî nas nake.

Axaftinên El Eziyê Alîkarê Wezîrê Karên derve yê Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê wek rexneya li dijî lidarxistina yekemîn civîna xwedêbergiravî Meclisa Nûneran a Yemenê (Parliman) piştî çar salan bû ku dewleta Istîfakirî ya yemenê du rojan beriya niha ew li bajarê Seyonê li parêzgeha Hezermûtê li dar xist.

Başa dön tuşu