CîhanEwropaNûçe

Rayedarekî NY: Bila boykotên ser Koreya Bakur de sepandî bên rakirinê

Rayedarekî pilebilind ê NY xwest ku boykotên navnetewî yên dijî Koreya Bakur bên rakirinê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Mark Lûkok serokê karên alîkarîgehandinê yên NY li Pîyong Yonga paytexta Koreya Bakur, boykotên ku ser vî welatî da hatine sepandinê, astengîyeke cidî ser rêka pêşketina muzkairên aştîyê li herêmê zanîn.

Biryar e ku Lûkok li vê seredanê bi rayedarên dewleta Koreya Bakur re gotûbêjê bike.

Eva yekemîn seredana rayedarekî NY bo Koreya Bakur ji sala 2011`ê ve ye.

Başa dön tuşu