AsyaCîhanNûçe

Rayedarên Hindûstanê: 11 kes ji ber rabûna lehiyê canê xwe ji dest dan

Di encama rabûna lehiyê ji ber baranên demsalê li başûrê Hindûstanê de, 11 kes canê xwe ji dest dan.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Xin Hua`yê, Rayedarên Hindûstanê, roja duşemiyê ragihandin: Ev 11 kesane li navçeyên Calicut (Kalîkot), Malappuram (Malaporam) û Kollam`ê (Kolam)  li eyaleta Keralay`ê (Kêrala) li başûrê Hindûstanê, canê xwe ji dest dane.

Barana giran li 24 saetên buhurî, derbe li binavahê, tranzîta li cadeyan û rêya hesin a eyaleta Keralayê dane.

Saziya Hewanasiya Hindûstanê jî li ser dewama barîna baranê û lehiyê li 48 saetên dahatî li eyaleta Kêralayê hişyarî daye.

Başa dön tuşu