IraqNûçeRojhilatanavin

Razîbûna Îbrahîm Ceferî derheq pejirîna qanûna Heşdi Şeibî li Meclisa Iraqê

Wezîrê karên derve yê Iraqê pejirîna qanûna tevlîbûna hêzên Heşdi Şeibî nav hêzên çekdar ên vî welatî, serketina gel û nirxên leşkerî li Iraqê wesif kir.

Îbrahîm El Ceferî, wezîrê karên derve yê Iraqê, roja yekşemiyê li Werşoya paytexta Polonyayê, bal kişand ser vê yekê ku Heşdi Şeibî ji dema damezirînê, li bin qumandetiya gişt hêzên çekdar ên Iraqê bûye û got pejirandina qanûna tevlîbûna van hêzana di nav artêşê ser navê Heşdi Şeibî, wê bibe sedema parastina aştî û aramiya li Iraqê.

El Ceferî bal kişand ser hewldana hin welata, kom û medyayan jibo derbelêxistina li yekperçetiya Iraqê ya jibo sekinîna li hember terorîstên DAIŞ`ê û got, xelkê Iraqê bi xwîna xwe bona berevaniya ji hakimiyeta welêt û bi neyabeta ji welatên cîhanê di vê riyê de fîdakariyê dikin.

El Ceferî herwiha bal kişand ser hewldanên wezareta karên derve ya Iraqê li çarçoveya berevaniya ji fîdakariyên iraqiyan destnîşan kir rayedarên dîplomatîk ên vî welatî, civak û civînên navneteweyî jibo veguhestina rastiyên li Iraqê yên li ser sekinîna li hember terorîsmê bi kar tînin.

Meclisa Iraqê, roja şemiyê bi piraniya dengan, dengê erê da qanûna Teşkîlata Heşdi Şeibî û tevlîbûna vê teşkîlatê nav hêzên çekdar û artêşa vî welatî pejirand. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu