NûçeCîhanEwropa

Artêşa Rûsiyê li Donêtskê pêşda çû; Bajarokê Mayorskê ket bin kontrola hêzên ûris

Mêdyayên Rûsiyê berbanga îro ragihandin ku bajarokê Mayorsk li herêma Donêtskê ketîye bin kontrola hêzên artêşa wî welatî da.

Ajansa Nûçeyan a Tas’ê ragihand ku Artêşa Rûsiyê herwiha karî hêzên ukraynî heta xeta destpêkê li  Kirasnolîmanê paşda bibe.

Herwiha pêşdaçûna hêzên ûris li navçeyên Donêtsk, Nova û Kaxofkayê didome.

Şerê Ukraynê bi dûhatên berfire yên leşkerî, sîyasî, aborî, civakî û heta çandî di meha nehan da didome û şandina çekan ji hêla welatên roajvayî va bo Ukraynê jî didome.

Welatên rojavayî nemaze Amerîka bi şidandina zexta boykotan ser Rûsiyê û raberkirina çekên curbicur bo Ukraynê, ne tenê ti pêngavek ji bo kutakirina vî şerî ranekirine belkî agirê vî şerî zêdetir gurr kirine.

Ji hêla din va, Wezareta Berevanîyê ya Rûsiyê ragihand ku di 24 sietên buhurî da xisar û derbên giran li hêzên ukraynî xistine.

Îgor Konaşênkov Berdevkê Wezareta Berevanîya Rûsiyê şeva buhurî di civîneke çapemenîyê da got: Di şev û roja buhurî da 240 netewperestên ukraynî, 30 rahêner û kirêgirtîyên bîyanî hatine kuştinê û helekoptereke MI-8 a ukraynî û 6 xwofir li deverên curbicur hatine jordaxistin.

Berdevkê Wezareta Berevanîya Rûsiyê herwiha got: Hêzên operasyon, taktîk, artêş û beşên topxane û mûşekê yên Rûsiyê 62 topxane û navendên komkirina çekdaran û alavên cengê li 183 deveran dan ber bombeyan û radareke dijepîl a Amerîkayê çêkirîye jî hat jinavbirinê.

Li gorî gotina Konaşênkov, ji destpêka operasyona taybet a leşkerî va heta nika 333 balafirên cengê, 176 helekopter, 2 hezar û 498 xwofir, 388 mertalên mûşekî, 6 hezar û 569 tank û zêrêhpûş û 887 maşînên cengê yên taybet bi avêtina mûşek û topan hatine jinavbirinê.

Başa dön tuşu