ÎranNûçeRojhilatanavin

Rêberê Cihanê: Jordabirina şîyana parastin û êrişkirinê mafê rewa û bêveger ê Komara Islamî ya Îranê ye

Fermandarê gişt hêzên çekdar ên Komara Islamî ya Îranê, jordabirina şîyana parastin û êrişkirinê mafê rewa û bêveger ê Komara Islamî ya Îranê zanî.

Hezretê ayetulah ozma Xaminêyî îro piştî serdana têknolojîyên pêşketî, xwecî û zanistî yên hêzên çekdar ê Îranê, li koma wezîr, berpirs, lêkoler û pisporên wezareta berevanîya Îranê pêgîrî kir ku pêşketinên li pêşeya berevanîya Îranê encama hereketa berfire ya zanistî ya Îranê li van salên dawiyê da bûne û got ku zanyarên ciwan ên Îranê karîn xet û sînorên zanistê bişkênin, loma divê ev rêka bi awayekî xurt bidome ji ber ku pêşketina di her warî da, yê bingehsazîya jibo pêşketinên nû di beşên din da be.

Wî pêgirî kir ku dewama rêka zêdekirina şîyana xweparastinê pêwîst e û got: Li cehana ku zilhêzên zorbêj, serdestîxwaz ku ku xwedîyê exlaq, wîjdan û mirovantîya herîkêm in û ji destdirêjîya ser welatan û kuştina mirovên bê guneh qet natirsin, pêşxistina pêşeyên xweparastin û êrişkirên tam xwezayî ye ji ber ku heta ev zilhêzana iqtidar û şîyana welêt nebînin, ewlehî dabîn nabe.

Fermandarê gişt hêzên çekdar ên Komara Islamî ya Îranê ji ber destkevtên pêşeya berevanîya Îranê razîbûna xwe nîşan da û got: Li Îranê jibo berfirekirina pêşeyên berevanîyêhin sînor hene û sîlehên tevkujîyê yên wek kîmyewî û navokî jî li gorî bingehên dînî û bawerîyê qedexe ne.

Rêberê giranqedir ê Inqilabê bal kişand ser acizbûna zilhêzên serdestîxwaz ji ber kirîna alavên xweparastinê jibo Îranê û got: Ev zilhêzana ku idiaya aqil û dadmendîyê dikin û li bara hêjatîya exlaqî ya welatan jibo sûdwergirtin an sûdnewergirtina ji hin alavên leşkerî diaxivin, xwe girêdaîyê tu yek ji isûlên exlaqî nînin.

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ya Îranê, guneha herîmezin a delweta niha ya Amerîkayê “ birêxistina şebekeyên têrorîst ên bitalûke zanî û pêgirî kir ku delweta niha ya Amerîkayê, di rû da êrişî komeke têrorîst dike, lê êrişî komeke din a têrorîst nake ku wateya vê yekê serdestî û seratirbûna sîyasetê li hemberî exlaqê ye.

Fermandarê gişt hêzên çekdar ên Komara Islamî ya Îranê bi gotina vîya ku heke em viha fikir bikin ku bi muzakira ligel Amerîkayê mirov dikare bigihêje liyêkgiheştinê û xalên hevpar, eva şaş e û got: Tecrube û berborîyê isbat kirîye ku amerîkî li muzakireyan dewsa hevdufemkirinê, bi dû sepandina daxwazên xwe ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu