ÎranNûçeRojhilatanavin

Duyemîn şeva şîngêriya jibo îmam Hisên (S) bi amadebûna rêberê Inqilabê

Duyemîn şeva rêûrisma şîngêriya jibo hezretê Eba Ebdillah El Hisên (S) bi amadebûna rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî hezretê ayetullah Xamineyî li Hisêyniyeya Îmam Xumêynî (Rehmeta Xwedê lê be) hat lidarxistin.

Duyemîn şeva rêûrisma şîngêriya jibohezretê Eba Ebdillah El Hisên (S) bi amadebûna rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî hezretê ayetullah Xamineyî li Hisêyniyeya Îmam Xumêynî (Rehmeta Xwedê lê be) hat lidarxistin.

Li merasima şeva heştan a meha Muheremê (êvara yekşemiyê) Hisêyniyeya Îmam Xumêynî (Rehmeta Xwedê lê be) mazûvana bi hezaran kes ji çîn û qatên cûrbicûr ên xelkê û komek ji berpirsên welêt û şîndarên seyîd û salarê şehîdan, hezretê Eba Ebdillah El Hisên (S) bû.

Li vê merasimê ku bi amadebûna rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî hat lidarxistin, hucetul-islam wel-muslimîn Sidîqî li axaftinekê tevî ravekirina fezîletên hezretê Elî Ekber (S), got: Ciwanên hemaseçêker ên Aşûrayê mînaka Cehada Ekber û jiyana bi serfirzî û bi şeref in.

Merasima şîngêriya jibo hezretê Seyd El Şuheda (S) yê heta roja pêncşemiyê, 11`ê meha Muheremê` li Hisêyniyeya Îmam Xumêynî (Rehmeta Xwedê lê be) bidome. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu