ÎranNûçeRojhilatanavin

Rêberê giranqedir ê cîhanê Îslâmiyê: Amerîka bi tirsandina welatan ji Îranê, astengiyan derdixe

Rêberê giranqedir ê cîhanê Îslâmiyê pêkutî kir ku amerîkî bi israra li ser boykotên curbicur dijî Îranê hewl didin ku pê birêxistina siyaseta tirsandina ji Îranê, li ser riya danûstandinên aboriya welêt ligel derve, astengiyan derxin.

Hezretê ayetuah ozma Xaminêyî, rêberê giranqedir ê cîhanê Îslâmiyê îro li hevdîtina ligel bi hezaran kes ji karkerên seranserê Îranê bi minasebeta Hefteya Karkiran, astengîderxistina amerîkiyan ser riya danûstandinên bankî mînakek aşkira ji zemîneyên reşbîniya Îranê li bara Amerîkayê zanî û got: Hegera viya ku bankên mezin ên cîhanê hazir nabin bi Îranê ra hevkarî û danûstandinê bikin, eva ye ku amerîkiyan ew ji Îranê tirsandine û vê yekê didomînin.

Hezretê ayetuah ozma Xaminêyî bal kişande ser gotinên rayedarên amerîkî jibo parastina boykotên dijî Îranê û got: Ew dibêjin Îran welatekî piştgirê têrorîsmê bûye û diqewime bi hegera piştgiriya ji têrorîsmê, bê boykotkirin û peyama vê yekê jî eva ye ku bi Îranê ra danûstandin û hevkariyê nekin û di encamê da bank û sermayedarên biyanî li pratîkê ji hevkarî û danûstandina ligel Îranê ditirsin.

Hezretê ayetuah ozma Xaminêyî her wiha got: Di mijara têrorîsmê da, amerîkî ji hemî têrorîstan pîstir û xirabtir in û li gorî agahiyan, ew hela jî alîkariyê didin têrorîstên navdar û naskirî.

Rêberê giranqedir ê cîhanê Îslâmiyê her wiha got: Amerîkî dew û dozan dikin ku welatên biyanî bi hegera rewşa navxweyî ya Îranê bi vî welatî ra hevkariyê nakin, eva li halekî ye ku niha tu welatek ewlehtir ji Îranê li navçê tineye û rewşa navxweyî ya Îranê ji ya Amerîkayê ku rojê çend kes tê da tên kuştinê û heta ji rewşa welatên ewropî jî ewlehtir e û rewşa navxweyî ya Îranê wek kelemê çavê dijminan, zef baş e.

Hezretê ayetuah ozma Xaminêyî bal kişande ser pêşketina Komara Islamiya Îranê mideha 37 salên buhurî da û pêkutî kir: Heke ev dijminatiya li hemberî Îranê heta 100 salên din jî bidome, jibo korbûna çavê dijminan, em ê 100 salên din jî li pêş bikevin.

Hezretê ayetuah ozma Xaminêyî her wiha qedrê civaka karkiran bi hegera emekdariya li hemberî Inqilabê û Nizama Komara Islamî girt û li ser çareserkirina pirsgirêkên civaka karkiran, bihêzkirina berhemanîna navxweyî û pêwîstiya sekinîna cidî li hemberî qaçaxa kelûpelan û qedexekirina kirrîna ji derve ya kelûpelên ku yên wekî wan li Îranê hene, sekinî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu