LubnanNûçeRojhilatanavin

Gotinên sêkreterê giştî yê Hizbullahê bi minasibeta salvegera serketina Berxwedanê

Sêkreterê giştî yê Hizbullah a Libnanê, got, li şerrê 33 rojî, derbeyeka cidî li nijyara artêşa Rejîma Siyonîst ket û bilndfirînên vê rejîmê jî hertim tûşî şikestê hatine.

Li gorî rapora kanala televîzyonî ya El Minarê, Seyîd Hesen Nesrullah, sekreterê giştî yê Hizbullaha Libnanê, îro şemiyê bi minasibeta salvegera serketina Berxwedanê li şerrê sala 2006`an li hemberî Îsraîlê, destnîşan kir, Îsraîl û Amerîka li şerrê Hezîrana 2006`an têk çûn û biryarderê vê şerrê jî wek şerrê niha yê li Yemenê, Amerîka bûye.

Seyîd Hesen Nesrullah, got: Bêencamhiştina armancên Îsraîlê li vî şerrî, deskevteka mezin û stratejîk ji bo Berxwedanê bû.

Sekreterê giştî yê Hizbullahê, bal kişand ser vê yekê ku roja îro Îsraîl ji Berxwedanê ditirse û got, ji deh salan beriya niha ve, Libnan ewleh e û niha başûrê Libnanê bêyî tu hevhatineka aştiyê, dewreka aram tev Îsraîlê derbas dike.

Hesen Nesrullah, herwiha qedrê hemû welatên ku li kêleka Berxwedanê sekinîne û ji hemû aliyan piştevaniya wê dikin, girt.

Li şerrê Hezîrana 2006`an a di navbera artêşa Îsraîlê û hêzên Berxwedana Libnanê, ku Berxwedanan Libnanê bi ser ket, 119 leşkerên îsraîlî hatin kuştin. Di vê şerrê de, erdên dagîrbûyî ketin ber êrişên mûşekî yên Hizbullaha Libnanê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu