ÎranNûçeRojhilatanavin

Rêberê giranqedr ê cihana Îslamî: Piştgiriya gelan ji nizama Îslamî ya Îranê, amrîkî hêrs kirine

Hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî tekez kir: Rawestana li ber îstikbarê û rawestana li ber dîktatoriya navneteweyî û serdestxwaziya kafiran ser ehlê îmanê, ji emrazên bêveger ên nizama Îslamî ne.

Hezretê ayetullah Xamineyî vê sibê li hevdîtina tev serok û endamên  Meclisa Şarezayên Rêvebirîyê, ev meclisa bîmînak, pirgiring û bibandor  li rewşa niha û pêşeroja  welêt da zanîn.

Rêberê Inqilana  Îslamî ya Îranê diyar kir ku  rizgariya welêt ji girêdayîbûna li qawetan û girêdana riya sûdwergirtina wan a xirab, ji encamên  pêvajoya hêdî hêdî ya  serêxwegirtina Îslama resen li Îranê dan zanîn û bal kişand ser dijminatiya  bereya  zordarên  cîhanî li hemberî Îranê û got : Dijminatiya  Emerîkayê û Rejîma Siyonîstî, tund û operasyonî ye lê hin ên din ji ber berjewendiyên xwe,  vê dijminatiyê  di ziman û di pratîkê de ewqas nîşan nadin.

Hezretê Ayetuullah Xamineyî, zexta giran a aborî û êrişa berfireh  lê bêdeng  li warê çandê ji mêhwerên  sereke yên plankarî û operasyona  bereya dijmin dan zanîn û destnîşan kir: Armanca sereke ya wan, bêhêvîkirina  xelkê ji nizama  Îslamî ya Îranê ye.

Wî rawestana bihêz, êrişkirane û li gor mentiqê, riya sereke ya bêencamkirina  plan û komployên  bereya zorbêjan da zanîn û got: Divê li gişt waran bitaybet li warê mafên mirovan, terorîzm û cinayetên cengê, sekinîna li hemberî welatên rojavayî bi şiklê êrişkirinê be.

Hezretê ayetullah Xamineyî her wiha li bara rexneyên  vê dawiyê yên  Emerîkayê ji hilbijartinan li Îranê got : Emerîkîyên ku bi rejîmên  herî rezîl û li dijî mirovahiyê yên navçê re hevkariya dostane dikin û ev  riswatiya mezin li hilbijartinên xwe yên vê dawiyê birê xistin, ser vî hale xwe rabûne ji hilbijartinên  gelê Îranê rexneyan digrin.

Rêberê giranqedr  ê Inqilaba Îslamî,  bandora stratejîk û berfireh a Komara  Îslamî ya Îranê li cîhanê û bitaybet ser rojavaya Asiyayê ji pêşketinên  herî giring ên 40 salên vê dawîyê da zanîn û destnîşan kir: Nifûza her ku diçe zêde dibe ya Îranê û piştgirya gelan ji nizama islamî, amerîkî hêrs kirine.

Serok û endamên meclisa xibreyên rêberiyê, îro pênşemiyê li dawiya duwem civîna  pêncemîn  dewra meclîsa şarezayên rêberiyê, bi rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî re hevdîtin pêk anîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu