ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Israîl hokara sereke ya qeyranê li navçê ye

Wezîrê karên derve yê Îranê got, pirsgirêka sereke ya cehana islamê, Rêjîma Sîyonîst e û dewletên islamî divê li hemberî talankirina mafên gelê Filistînê bi destê vê rêjîmê, bersivê bidin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê îro li konfiransa navnetewî ya “ qeyranên jêopoltîk ên cehana islamê “  li Têhranê herwiha got: Hegera tundrêtîyê, bikêrnehatina dewletên islamî li warê sekinîna tund li hemberî Rêjîma Sîyonîst e û hin welatên islamî hewl didin balê ji ser bikêrhenatina xwe bixalifînên ser alîyê xeterên nerast ên wek nakokîya di navbera şîe û sune da.

Zerîf pirsgirêkên sîyasî û civakî û ji hemîyan girîngtir pirsgirêkên dîyalogê, wekî pirsgirêkên herî girîng ên nava cehana islamê zanîn û got: Pirsgirêkên ser cehana isalmê hatine sepandinê, bûne sedema rewşa niha ya cehana islamê û tundrêtî, têrorîsm, nakokîyên firqeyî, netewî û qewmî hinek ji wan pirsgirêkan in.

Zerîf bibîr xist ku li Komara Islamî ya Îranê gel bi amadebûna li qada biryardayînê gellek pirsgirêkan dikin derfet û li hemberî zextên ji derve heta asteke berbiçav Îran parastine.

Wezîrê karên derve yê Îranê herwiha got: Welatên dinyayê nabe ku vê xeyalê bikin ku pirsgirêkên niha ku derbas dibin yê tenê sînorên Sûrîye, Yemen, Iraq û cehana islamê da bimînin, ji ber ku ev pirsgirêk xeterek in ku gefan li civaka mirovantîyê dixwin.

Mihemed Cewad Zerîf herwiha got: Pirsgirêk dikarin bên kontrolkirinê lê, ev kara hewcedarê karê komkî û hevpar e û divê bi awayekî taybet bala xwe bidin ser qeyranên ku roja îro gefê li cehana islamê dixwin.

Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê li dawîyê ediland ku sîyaseta tifaqê li hemberî bêtifaqîyê, sîyaseta berxwedanê li hemberî teslîmbûnê, aştî li hemberî şîdetê û navînrêtî li hemberî xetera tundrêtîyê bê meşandin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu