ÎranNûçeRojhilatanavin

Rêberê giranqedr ê Cîhana îslamî û fermandeyê gişt hêzên Komara Îslamî ya Îranê bi hikmên cuda cînişînê fermandeyê giştî û fermandeyê hêza bejahiyê ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê diyar kirin

Rêberê giranqedr ê Cîhana îslamî û fermandeyê gişt hêzên Komara Îslamî ya Îranê bi hikmên cuda cînişînê fermandeyê giştî û fermandeyê hêza bejahiyê ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê diyar kirin.

Bi hikmên Ayetullah Ozma Xamineyî rêberê giranqedr ê cihana Îslamî, roja şemiyê “Emîr sertîp Ehmedriza Pûrdestan“ wek dewsgirê fermandeyê giştî û “emîr sertîp Kiyûmers Heyderî“ wek fermandeyê hêza bejahiyê ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê hatin diyarkirin.

Li hikmên rêberê giranqedr ê cihana Îslamî hatiye ragihandin: “Jordabirin û xurtkirina amadetiyên ewlehkarî û opêrasiyonê yên Artêşa Komara Îslamî ya Îranê tê çaverêtîkirin“.

Hezretê Ayetullah Ozma Xamineyî li van hikman sipasiya emîr sertîp Pûrdestan û “Emîr sertîp Mûsewî“ ji ber hewildanên wan di heyama berpirsiyariyê da kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu