ÎranNûçeRojhilatanavin

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî: “Armanca dijmin li şerê mêdyayî pêkanîna bêhedarî û bêhêvîtiyê li nav gel e”

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî, hezretê ayetullah Xamineyî erka herî girîng a gel û bijardeyan di vê rewşa hestiyar da, hereketa bi armanca parastina û xurtkirina hevgirtina gel digel sziyên dewletê û xwedûrkirina ji pêkanîna rewşa bêhêvîtî û hesta ketina nav tengasiyê da zanîn.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî vê sibê (Pêncşemî) li hevdîtina bi serok û endamên Civata Şarezayên Rêbertiyê, got: “Xêrnexwazên gelê Îranê hevdem digel şerê aborî, şerê mêdyayî û propagandayî jî xistine rojeva xwe, lewma rexne divê bi armanca baştirkirin û bi xêrxwazî bin”.

Hezretê Ayetullah Xamineyî tevî pêgiriya li ser parastina yekîtî û hevgirtina neteweyî û birêvebirina raya giştî, got: “Roja îro pergala îslamî tûşî şerekî giştalî yê aborî bûye ku ji odeyeka şêrr û bi diqet û hewildana tam va tê birêvebirin, lê li kêleka vî şerî, şerekî girîng ê mêdyayî û propagandayî jî heye ku pirrî wextan nayê berçavgirtin”.

Wî tevî pêgiriya li ser vê yekê ku ev şerê mêdyayî ji berê va jî hebûye, lê niha gurrtir bûye, her wiha got: “Li ser esasa agahiyên ku li ber destê me ne, rêxistinên sîxoriyê yên Amerîka û Rêjîma Siyonîst bi piştevaniya malî ya Qarûnên navçeya derdora Îranê, hin rêxistin ji bo vî şerê mêdyayî bi rê xistine û bi awayê ciddî li halê plandarêştin û hewildana ji bo alozkirina atmosfêra teblîxatî û fikrî ya civakê ne”.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî bi pêgiriya li ser vê yekê ku tevî hebûna hemî helahela û propagndaya xêrnexwazan û hemî pirsgirêkan, Înqilab û welat li halê pêşketinê ye, got: “Hebûna berfireh a ciwanan li meşa Erbeînê, Îtikaf, Nimêja Komî li zanîngehan û civînên meha Remezanê, nîşana pêşketina li warên manewî ye”.

Hezretê ayetullah Xamineyî piştra xaleka girîng di rewşa niha ya welêt anku “Hevgirtina gel û rêxistinên birêvebir ên welêt” hilêxist û got: “Beşeka girîng a pêkanîna pêbawerîyê û pêbawerbûnê girêdayî bi kiryarên rêxistinên cûrbicûr e, helbet aliyên ku Trîbûna wan heye jî divê alîkariya bo vî karî bikin”.

Başa dön tuşu