ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî: Emerîka tim dijberê îqtidara welatên Îslamî bûye

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî destnîşan kir ku Emerîka hertim dijberê îqtidara welatên Îslamî ji wan Iraqê bûye û em ticarî nabe bi rûvek û girnijîna wan bên xapandinê.

 Hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî vê sibê li hevdîtina bi Emar Hekîm serokê hevalbendiya  neteweyî ya şîeyên Iraqê û endamên  sereke yên  vê hevalbendiyê destnîşan kir: Emerîkî berûvajiya îdiayên xwe ti carî  li dû jinavbirina  terorîstên tekfîrî nebûne û hewl didin beşek ji van terorîstan jibo  armancên xwe li pêşerojê xweyî bikin.

Hezretê ayetullah Xamineyî bal kişand ser firotina  nifta Iraqê ji aliyê DAIŞ`ê va û diyar kir: Emerîkî hîngê tenê li  hereketa  niftkêşan  dinhêrîn û êriş nedikirin ser wan; loma nabe em baweriya xwe li emerîkiyan bînin.

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî her wiha pêşeroja  Iraqê pir zelaltir û geştir ji rewşa niha  da zanîn û destnîşan kir: Pêşketina  Iraqê ser qazanca Komara Îslamî ya Îranê ye û hevdengiya bêtir a du welatan jî ser qazanca her du aliyan e.

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li dewama gotinên xwe kêfxweşiya xwe li bara  pêkhatina hevalbendiyê nav grûpên  şîe yên Iraqê da xûyanê û ew weke rûdaneke giring  da zanîn û ser pêwîstiya  parastin û xurtkirina  bingehên  vê yekitiyê pêgirî kir.

Wî her wiha  erka  serok, endamên  sereke  û hemî tevgerên  nav hevalbendiya  neteweyî ya şîeyên Iraqê pir giran da zanîn û her cure biryar û kiryara  wan ser Iraqê û navçê û Îslamê bibandor da zanîn.

Hezretê ayetullah Xamineyî  ragihand: Bidestxistina armancên  binirx  ên hevalbendiya  neteweyî ya  şîeyên Iraqê tenê bi parastina hevdengî û yekitiyê dikare serê xwe bigre û yek ji erkên giring ên vê hevalbendiyê piştgiriya ji dewletên musteqer li Iraqê da zanîn.

Hezretê ayetullah Xamineyî li beşa dawiyê ya gotinên xwe spaisya gel û berpirsên Iraqê ji ber mazovaniya ziyaretkirên Erbeînê kir û meş û rêpîvana  Erbeînê  bûyereke  mezin û bêmînak da zanîn.

Seyd Emar Hekîm serokê hevalbendiya  neteweyî ya şîeyên Iraqê jî li vê hevdîtinê spaisya piştgiriyên Komara Îslamî ya Îranê kir û got: Yek ji encamên giring ên hevalbendiya  neteweyî ya şîeyan li Iraqê pejirandina  qanûna  Heşdê Şeibî bû ku  xêncî dengê erênî yê nunerên hevalbendiya  neteweyî, hevalbendiya şîeyan karî bala hejmareke zêde ji nunerên  tevger û grûpên din jî bikşîne (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu