EwropaÎranMirovê HejaNûçeRojhilatanavinSeyyid Îmam Eli Xamaneî

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî: Rêketinnama navokî, tecruba bêencambûna muzakira bi Emerîkayê ye

Hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî roja duşemiyê li hevdîtina bi hezaran kes ji xelkê parêzgehên curbicur ên Îranê, rêketinnama navokî wek tecruba bêencambûna muzakira tev Emerîkayê û bêsozbûna vî welatî da zanîn ku cardinê pêwstiya bêbaweriya bi soz û qirarên Emerîkayê selimand.

Wî destnîşan kir, rêketinnama navokî nîşan da ku riya pêşketin û baştirkirina jiyana xelkê, berçavgirtian rewşa navxweyî ye ne dijminên ku li navçê û cîhanê li dijî Îranê  berbendan çêdikin.

Hezretê Ayetullha Xamineyî  bal kişand ser tecruba gelê Îranê ji reftara  Emerîkayê li bara mesela rêketinnama navokî û got : Ew dibêjin werin  em li bara meselên  navçê jî muzakirê bikin li halekî ku tecruba rêketinnama navokî ji me re dibêje ku ev kara jehreke bitehlûke ye û li ti meseleyekê em nikarin  baweriya xwe bi  gotinên  emerîkiyan bînin.

Bêbaweriya Îranê bo Emerîkayê, sloganeke propagandayî nîne belkî li gor tecruba berê, reftara niha û hebûna analîzeke rasbînane û real li bara armancên serdestîxwaziyê yên Emerîkayê li navçê ye. Ev sê hêman li şirovekirina  bûyerên ku  Emerîkayê bi curekê têde dest heye, wek belge  bên bikaranîn. Mînaka  vê dawiyê ya van buyerana, darbeya şikestxwarî li Tirkiyê ye ku li gotinên rêberê giranqedr ê Inqilabê amaje bi wan hatiye kirin. Wî anî zimên ku li buyerên vê dawiyê yên Tirkiyê, îtihameke bihêz heye ku darbe bi tedbîr û feraset û dabînkariya Emerîkayê cih hatiye û ger ev yeka bê selimandin, dê bibe riswatiyeke mezin ji bo Emerîkayê.

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî her wiha bal kişand ser rewşa navçê û eşkerebûna peywendiyên dewleta siûdî bi Rejîma Siyonîst ra ku weke xencerek li pişta umeta Îslamê û weke îxaneteek mezin  e û destnîşan kir ku li vê komployê jî dikarin destê Emerîkayê bibînin ji ber ku  dewleta siûdî riya Emerîkayê dişopîne.

Rola emerîkiyan derheq pêkanîn û xurtkirina  grûpên tekfîrî ji bo çêkirina bêtifaqiyê li nav umeta Îslamê jî ji  van rastiyan e ku  nîşan dide  bêbaweriya  bo Emerîkayê tenê li bara mesela rêketinnameya navokî nîne. Eger îro rojê tê gotin ku Îranê tu baweriyek li Emerîkayê tine axiftinek li gorî rastiyên berê û niha ye. Salek piştî morkirina rêketinnama  navokî, liv û tevgerên Emerîkayê nîşan didin ku  komplo, mehnegirtin û şikandina  soz û qiraran, rojekê li kongirê û rojeke din jî li lobiyên siyonîstî tên şopandin.

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî pêştir jî bi caran tekez kiriye ku rêketinnama navokî xwediyê xalên nezelal e û lawaziyên naverokî tê da hene ku eger gav bi gav neyên hilkolandin dikare xisarên giran ji bo niha û pêşeroja Îranê hebe.Salek berî niha dema ku rêketinnameya navokî navbera Îran û koma 5+1ê hat îmzekirin, rêberê giranqedr ê Inqilabê li bersiva nameya Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê li bara rêketinnama navokî bal kişand ser vê yekê ku hinek ji 6 dewletên aliyên muzakirên navokî bawerpêkirî nînin û destnîşan kir ku pêwîst e nivîsa ku hatiye amadekirin bi hûrî û kûrî were hilkolandin û bikeve  rojeva qanûneke texmînkirî.

Îro 6 mehan piştî cihanîna rêketinnama navokî, bêsoziya Emerîkayê li kongireya vî welatî nîşan da ku  ew li dû derfetê ne da ku boykotan biparêzin û siyaseta zexta ser Îranê li gor îdiayên mîna binpêkirina mafên mirovan an fukara ji ber hêza berevaniya mûşekî an tawanbarkirina Îranê bo piştgiriya ji terorîzmê bidomînin.

Li gor gotina rêberê giranqedr ê Inqilaba îslamî, îro rojê heta berpirsên dîplomasiyê û kesên ku li muzakiran beşdar bibûn vê rasitiyê piştrast dikin ku Emerîka soz û qirarên xwe cih nayne û li hember peywendiyên aborî yên Îranê tev welatên din berbendan çêdike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu