NûçeRojhilatanavinSeyyid Îmam Eli Xamaneî

Rêberê giranqedr ê mısılmanên cîhanê darek çand

Hezretê ayetullah Xamineyî, rêberê giranqedr ê mısılmanên cîhanê, roja sêşemiyê ku wek roja çandina daran e darekê çand.

Hezretê ayetullah Xamineyî, roja sêşemiyê, piştî çandina darekê ya bi minasibeta heftiya çavkaniyên sirûştî, li axiftinekê li ser parastin û bi qedirzanîna gul û giya û daran ku sedema bereketa li jiyana mirovan in, sekinî û got: Divê hemû xelk û berpirs, bona parastina hawîrdora bi hêşinatî bi taybet hawîrdora hêşin, daristan û çêregehan, wekî erkeke xwe, hewl bidin.

Rêberê mısılmanên cîhanê bal kişand ser xirabbûna cureyên esil û xwecî yên gul û giyayan ji ber hin destavêjiyên ser daristanan û destnîşan kir: Êrişa li ser daristan û baxan, ne li gorî berjewendiyan e û ew tirsa heye ku hin ji van cureyên esîl ji nav herin, her ji ber vê yekê li ser milê me hemûyan erk e ku derdora kesk biparêzin.

Di rê û risma çandina darekê ya ji aliyê rêberê giranqedr ê mısılmanên cîhanê de, wezîrê û nûnerê weliyê feqîh ê li Cîhada Cotkariyê û bajêrvanê Têhranê beşdar bibûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu