FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Rêberê Îmam Xamineyî: Yekitî û berxwedan tenê riya jinavbirina Îsraîlê

Hezretê ayetullah uzma Xamineyî roja çarşemê li hevdîtina Remezan Ebdullah, sekreterê giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê û taxima pêre desnîşan kir:Tevî qeyranên ku alîgirên Rejîma Siuyonîstî berdewam pêk tînin jibo ku mesela Filistînê were ji bîr kirinê, lê ev erdê pîroz û şerîf bi bereketa berxwedanê û mucahidet û têkoşîna gel û grûpên filistînî dê were azadkirin.

Rêberê Cihana Îslamî kêfxweşiya xwe li bara  plana  deh xalî ya  tevgera Cîhada Îslamî jibo yekitî û berxwedana  li hemberî Rejîma Siyonîstî da xûaynê û diayr kir, Sekinîna ser rawestan,qebûlnekirina  tam a  peyamnên  lihevkirina bi siyonîstan re, sekinîna  ser yekitiya grûpên filistînî û şermezarkirina hewldana hin welatên kevneperest û paşverû jibo lihevkirina tev dijmin ji naveroka  vê planê ye ku divê cih were.

Rêberê Îmam Xamineyî bal kişand ser armancên  navçeyî yên Emerîkayê û Îsraîlê û Emerîkayê weke şeytana mezin û sebebkarê sereke  yê pirsgirêkên navçê da zanîn û li bara mudaxila  şeyatên  biçûk ên navçê yanê hevpeymanên  Emerîkayê derheq pêkanîna  qeyranên  niha got armanca wan  eva ye mesela  Filistînê li raya giştî ya navçê kêmreng bibe û ji bîra gelan here.

Dîroka  seranser xebat û têkoşan a  Filistînê rastî pirsgirêk û zehmetiyên zav hatiye û li vê barê sê liv û tevger an bûyerderbên herî giran li gelê Filistînê xistine.

Liv û tevger an bûyer yekê ku derba herî mezin ji dema pêkhatina  Îsraîlê li gelê Filistînê xistiye liv û tevgerên xalifî û hevhatinxwazane yên hin grûpan e ku bizanebûn an ji ber nebûna  agahiya  rastîn li bara mahiyeta  Rejîma Siyonîstî ketine nav leylan û xeyala aşitiya tev dijmin. Encama vê hereketê eva bûye ku qeder û çarenivîsa Filistînê bikeve  destê rejîmên fasid li navçê û tevgera resen a berxwedanê derbe lê bikeve û ev grûpa berxwedanê a filsitînî perçe bibe.

Zêdebûna  serkutkirina gelê Filistînê û dewama dagirkirina  erdên filistînî bi taybet li kêleak rojavaya çemê Urdinê û berfirehkirina çêkirina bajarokên siyonîstnişîn encama vê tevgera kavilkir e.

Bûyera dudiyan a vê pêvajoyê rewşa dijwar a jiyanê û dorpêçkirina deh salî ye ku zêde ji du milyon filistînî li Gazayê xistiye tengasiyê ku dev ji berxwedanê berdin. Bûyera sisiyan a li vê barê hin rûdaw in ku ji ber peydabûna tevgerên tekfîrî-siyonîstî yên wek DAIŞ`ê pêk hatine û ev danîn ser hesaba  şerê mezhebî û pirsgirêkên navbera şîe û suneyan.

Destdanîna Rêberê Îmam Xamineyî ser vê rastiyê ku Emerîka  sebebkara sereke ya van bûyer û liv û tevgeran ne, her tişt li vê babetê de zelal dike. Hezretê Auetullah Xamineyî hewldana  Emerîkayê û hevpeymanên  navçeyî yên wê jibo pêkanîna bûyerên  curbicur û xistina faktora mezhebê nav qeyranan bi bîr xist û destnîşan kir berûvajoya van propagendeyan xelkê sunne yê Helebê û Mûsulê û bajarên din ji aliyê tekfîriyên cinayetkar hatine qir kirin û ev qeyrana  tu peywendiya xwe bi şîe û sunne re tine.

Armancekevê tevgera plankirî wêdebirina  mesela Filistînê ye loma welatên  pêşeng li riya rawestana li ber Îsraîlê yên wekî Sûriye û Lubnan tûşî şêr û qeyranê kirine daku jibo Îsraîlê dorhêleke  ewleh saz bibe.

Li gor bawera rêberê inqilabê wezîfeya van grûpên siyonîstî-tekfîrî pêkanîna fitneyê ye û divê her kes bi hişyarî û micidî li hemberî wan bisekinin.

Filistîn tevî hemî hewldanên ku hatin kirin ku were jibîr kirinê tim di  naveroka alûgorên navçê de ye û ciwanên  hişyar ên filsitînî însiyatîv girtine destê xwe û întifazê dişopînin. Derbên giran ku li Îsraîlê tên xistin û her wiha  bikaranîna  mûşekên berxwedanê bi birr û deqeta zêde  ji wan hegeran in ku muhasibên Îsraîlê tevlîhev kirine. Îsraîl heta bi sîstimên  berevaniyê yên bihêz a bi navê Gumbeza Hseinî jî xwe li hemberî tevgera berxwedanê ku bersiva desdirêjiyên wê dide lawaz dibîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu