ÎranNûçeRojhilatanavin

Rêberê înqilabê: Koka pirsgirêkên navçê, destwerdana Amerîkyê ye

Hezretê ayetullah Xamineyî, rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamiya Îranê, koka pirsgirêkên niha yên navçê, destwerdana hin hêzxurtan da zanîn.

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamiya Îranê berêvariya şemiyê li hevdîtina bi Stêfan Lofon, serokwezîrê Swêdê, destnîşan kir: Amerîka û gellek hêzxurtên ewrûpî, rola wan li bûyerên tal ên li Sûriyê û Iraqê hebûye û xelkê navçê bi agehdariya li ser van xdestwerdanan, bi rastî li wan geşbîn nînin. Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, rêçareya pirsgirêkên navçê, li nav navçê bixwe de da zanîn û bal kişand ser rewşa ber bi başiyê ya li Iraqê û herwiha got: Çareseriya mesela Sûriyê jî her bi vî awayî pêkan e lê pêwîst e pişta terorîsm û şerrxweziyê neyê girtin.

Wî hebûna sefîrên hin welatên rojavayî di nava neyarên dewleta Sûriyê de û radestkirina bi camêrî ya çekan bo wan li destpêka pêkhatina neyariyên li vî welatî, mînakek ji destwerdanên bi pirsgirêk dan zanîn û got: jibo çareseriya pirsgirêkê, divê koka pirsgirêkê were nasîn û paşê were dermankirin.

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, herwiha bal kişand ser hatûçûn û gotûbêja hin dewletên ewrûpî li Têhranê di mideha yek sal û nîvê buhurî de û di eynî demê de serêxwenegirtina para zêde ya hevhatinên ku cih hatine û xitabî serokwezîrê Swêdê destnîşan kir: Wisan ku ez cenabê te nas dikim, tu kesekî ku kar dikî û çavlirê ye ku bi awayekî bixebitî ku hevhatin tenê li ser kaxizan nemînin. Wî bal kişand ser dengê Erê yê Îranê jibo endametiya Swêdê li Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî û herwiha got: Konseya Ewlehiyê zirûfeka girîng e ku mixabin bûye dîlê hin hêzxurtan, lê di eynî demê de dikare bi lîstina roleka kêrhatî, pêşiya cihhatina istandardên ducûre ji aliyê vê saziyê vabigire. Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, amadebûna bêhempa ya gelê Îranê li meşa girseyî ya 22`ê meha Behmenê jî nîşaneke bêhempa ji amadetî û coşa gelê Îranê zanî û got: Salvegera Înqilaban li cîhanê li awayekî teşrîfatî û bi encamdana rijeya leşkerî bi amadebûna hejmarek ji kesayetiyên siyasî tê lidarxistin; Lê li Îranê salvegera serketina Înqilaba Îslamî cejneke rasteqîn e ku bi destê gel bi xwe û bi amadebûna hemî çîn û qatan tê lidarxistin.

Başa dön tuşu