AborîCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Amerîka li qonaxa destpêkê 15 firokên Boyîng dê bifroşe Îranê

Cîgirê wezîrê rê û bajarçêkirina Îranê li karûbarên navnetewî got: Amerîka li qonaxa destpêkê 15 firokên Boyîng dê bifroşe kompaniya Iran Aire ya Îranê .

Esxer Fexriye Kaşan Cîgirê wezîrê rê û bajarçêkirina Îranê li karûbarên navnetewî îro yekşemê li nîşangeha yekem a navnetewî ya rêçêkirinê, rêdarî, tranzît û senetên girêdayî bi rê li Têhranê li bara girêbesta tev Amerîka ser kirrîna 80 firokên Boyîng ragihand; Îdayira xezînedariya Amerîka piştî dayîna 15 firokan li destpêkê de, dê destûra firotina 65 firokên din jî bide.

Esxer Fexriye Kaşan destnîşan kir; Kompaniya Boyîng dabînkirina abûrî ya 6 firokan qebûl kiriye û yên din jî ji riya faynansê û kêrdayînê bi şerta xwedanbûnê dê bide Îranê.

Cîgirê wezîrê rê û bajarçêkirina Îranê li karûbarên navnetewî li bara girêbesta navbera Îran Airê û Airebusê jî got: Li naveroka vê girêbestê hatiye ku Îran li du qonaxan dê dirêv bide wan û ewna jî li sê qonaxan firokan bidin Îranê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu