NûçeÎranIraqRojhilatanavin

Rêbereke YNK’yê: Şehîd Serdar Qasim Sulêymanî sozdarê iraqiyan bû

Rêbereke Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ji vê yekê rexne kir ku rêberên nasyar ên kurd û sune rola mezin û neteweyî ya şehîd Ebû Mehdî El-Muhendis di desthilatdarbûna xwe da înkar dikin. Wî tekez kir: Şehîd Serdar Qasim Sulêymanî sozdarê iraqiyan bû.

Ala Talebanîyê di hevpeyvîneke televîziyonî da bi gotina vê yekê ku şehîd Serdar Qasim Sulêymanî wefadarê dostên xwe yên iraqî bû û hertim hevrêtiya Celal Talebanî serokkomarê berê yê Iraqê di serdanên wî bo Tehranê da dikir, got: Serdana nexweşxaneyekê li Silêmaniyê hebûna herî dawî ya Serdar Sulêymanî ji bo dayîna sersaxiyê ji ber koça dawî ya Celal Talebanî bû.

Talebaniyê her wiha got: Ebû Mehdî El-Muhendis û heta Hecî Qasim rola herî girîng di desthilatdarkirina rêberên sune, kurd û heta şîe hebûne, lê rêberên niha bi têketina warê siyasetê, vê rola wan înkar dikin.

Vê endama payebilind a YNK’yê her wiha got: Ebû Mehdî El-Muhendis hez dikir hevgirtina siyasî li Iraqê pêk were û mînaka wê ya herî berbiçav navcîtiya navbera şîe û kurdan ji bo terxankirina bûceyê bo hêzên Pêşmerge di şerê dijî DAIŞ’ê da bû.

Başa dön tuşu