EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Kutabûna şêr li Qezniyê, 60 sivîl û 145 esker hatin kuştin

Rayedarên ewlehiyê yên Efxansiatnê û xelkê bajarê Qezniyê raghandin ku ev bajar piştî pênc rojan ji şervanên Talibanê hat valakirin.

 Li gorî rapora ISNA`yê, Talibanê, îniyê şevê herîkêm ji sê aliyan êrişa berfireh ser bajarê Qezniyê despê kirin û hin beşên vî bajarî xistin bin kontrola xwe. Şêr heya duh jî  bi giranî li vî bajarî didomî.

Rayedarên ewlehiyê li wezareta berevanî û wezareta karên hundir a Efxansitanê gotin ku  niha şervanên Talibanê ji bajêr derxistine.

Çavkaniyeke  ewlehiyê li Efxanistanê got ku li pênc rojan şerê li vî bajarî herîkêm 60 kesên sivîl û 145 eskerî hatin kuştin. Wî her wiha got ku hejmara  kuştî û birîndarên neyarên  çekdar li vî bajarî,  gihêştiye 533  kesî. Arif Nûrî, berdevkê valiyê Qezniyê jî îro çarşemiyê got ku heya niha 35 meytên kesên sivîl peyda kirine ku piraniya wan jin û zarok in.

Wilayeta  Qezniyê bi 19 bajêran, nêzîkî  milyonek nifûsa xwe heye. Ji nava  pênc bajarên ewleh û çar bajarên din  hinekî ewleh in lê bajarên din an di kontrola koma  Talibanê de ne an şervanên  vê komê di nava wan de  beşdariyeke berfireh hene.

Başa dön tuşu