BehreynNûçeRojhilatanavin

Êrişa hêzên ewlehîya Behrêynê ser nivîsgeha şêx Îsa Qasim

Hêzên ewlehîyê yên Alê Xelîfê duh êvarê êrişî nivîsgeha şêx Îsa Qasim kirin.

Li gorî rapora malpera nûçan a Mera Behreynê, hêzên ewlehîyê yên rêjîma Alê Xelîfê êriş birin ser nivîsgeha seredanên dînî ya şêx Îsa Qasim li devera Kerane li rojavaya Menamê û deriyên wê şikandin.

Li gorî gotina şehedan, hêzên ewlehîyê piştî şikandina derîyên nivîsgehê ketin nav da û li qatên wê dest bi lêgerînê kirin.

Eva li halekî ye ku hogirên şêx Îsa Qasim duh jibo roja duyem bi nîşana nerazîbûna li hemberî hikmê rakirina mafê welatîbûnê yê wî ji aliyê rêjîma Alê Xelîfê va, li ber mala wî kom bûn.

Rakirina mafê welatîbûnê yê rêberê şîeyên Behreynê li dewama zêdebûna zext û zora ser şîeyên vî welatî û bi dû hikmeke dadwerîyê bo rawestandina çalakiyên Komela Wifaqê pêk hat.

Ibtalkirina mafê welatîbûnê yê şêx Îsa Qasim ji aliyê weareta karên hundur a Behreynê va, tûşî nerazîbûna civatên navnetewî û kesayetiyên siyasî û dînî yên navçê bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu