EfxanîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Rehmanî- Fezlî: Piştgiriya Îranê ji penaberên efxanistanî didome

Wezîrê Karên hundir ê Îranê got: Komara Islamî ya Îranê di şert û mercên dijwar da wek şêrr û boykotan, penaberên efxanistanî wergirtin û ev piştgirî dê bidomin.

Li gorî rapora navenda ragihandinê ya wezareta karên hindir, wezîrê karên hundir ê Îranê, Evdilreza Rehmanî- Fezlî berêvariya şemiyê, 18`ê Hezîrana 2016`an, li hevdîtina ligel komîsirê derecebilind ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li karên penaberan, Fîlîpo Grandî, li Têhranê got: Li gorî rewşa erdnigariyê, Îran ev zêdetir ji 30 salan e ku tûşî mijara penaberên iraqî û efxanistanî bûye û li hinek qonaxên demî mazûvaniya zêdetir ji sê miliyon aware û penaberên van du welatan kiriye.

Wezîrê karên hundir ê Îranê bi gotina viya ku zêdetir ji sedî 97`ê penaberên efxanistanî li nav civaka Îranê dijîn û wek îraniyan xwedana mafên perwerdehî, tendirustî, şol, ewlehî û mafên dadweriyê ne, destnîşan kir: Îran ser vê bawerê ye ku vegeriyana koçberên efxanistanî bo welatê xwe divê xwebexş be, lê rewşa dijwar a vî welatî ji wan nebûna binavahiyên pêwsît ji wan mal, perwerdehî û ya herî girîng

ewlehî bûye sebeb ku penavberên efxanistanî li Îranê li bara vegeriyana bo war û diyarê xwe dudil bin.

Rehmanî- Fezlî her viha xwest ku alîkariyên civaka cîhanî bo penaberan zêde bibin û got: Herçend ku asta piştgiriyên malî yên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) gellekî kêm bûne, lê dibe ku em bi vê yekê asta xizmetên perwerdehî û tendirustiyê bo koçberên efxanistanî jorda bibin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu