EfxanîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Emîrevdilahîyan: Îran piştgirîyê dide dewlet û gelê Efganistanê

Alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li karên navnetewî got: Îran ewlehî û pêşketina Efganistanê wekî ewlehî û pêşketina herêmê û xwe dizane û jibo piştgirîya ji dewlet û gelê Efganistanê ya ji dêstî bê yê bike.

Hisên Emîrevdilahîyan alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê li karên navnetewî di hevdîtina ligel Heqpal Mihemed Acan alîkarê serokê meclisa Efganistanê li bajarê Têhranê herwiha got: Gelên Îran û Efganistanê hevparîyên zav hene û bihêzkirina peywendîyan û hevdilîya her du welatan yê ser xêra herêmê bibe.

Emîrevdilahîyan bi gotina vîya ku zilma ku têrorîsm li hemberî gelê Efganistanê dike, jibîr nabe, dîyar kir: Biryar bû ku Amerîka li hemberî têrorîsma li Efganistanê şêrr bike û ewlehîyê jibo deverê bîne lê, encama dagirkerîya leşkerî li Efganistanê, bêewlehîtîya zêdetir li vî welatî, navçê û berfirebûna têrorîsmê bûye.

Heqpal Mihemed Acan jî di vê hevdîtinê da tevî dîyarkirina kêfxweşîya xwe ji ber serdana Têhranê got: Îranê cîgeheke taybet a navçeyî jibo Efganistanê heye.

Mihemed Acan bi gotina vîya ku hevkarîyên Têhran û Kabulê dikiarin roleke girîng li çareserkirina qeyrana Efganistanê hebin, hêvî kir ku asta peywendîyên Îran û Efganistanê di warên curbicur da ji berê zêdetir jorda here. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu