NûçeÎranRojhilatanavin

Reîsî: Têkilî û hevgirtina herî zêde bi welatên herêmê re bingeha siyaseta derve ya Îranê ye

Serokê Komara Islamî ya Îranê lihevkirin û hevgirtina herî zêde bi welatên navçê re û ji wan endamên Rêxistina Şanghayê û hebûna bibandor li rêkkeftinên navçeyî û navneteweyî bingeha siyaseta derve ya Îranê zanî.

Seyd Îbrahîm Reîsî, serokomarê Îranê, roja Înê û li 22`emîn Lûtkeya Rêxistina Hevkarîya Şanghayê li Semerqendê got: Bi amadebûna çalak û bibandor a Îranê li çalakiyên Rêxistina Hevkarîya Şanghayê, ev endametî wek yek ji pêşketinên herî girîng ên dîroka vê rêxistinê ye.

Li gorî rapora IRNA`yê; Seyd Îbrahîm Reîsî her wiha got: guhdana Îranê li rêkxistinên girîng ên wekî Rêxistina Hevkariya Şanghayê û BRICS nîşan dide ku elaqeya wê ji beşdariya di hewlên welatên hevrêz de ji bo avakirina sîstemeke navneteweyî ya dadperwerane, bilind û li ser bingeha şirîkatiyê ye.Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Ev nêzîkatî li gel şiyanên berfireh ên Komara Islamî ya Îranê, dê tevgera pêşerojê ya Rêxistina Şanghayê bileztir û hêsan bike.

Serokomarê Îranê îmzakirina peymana pabendbûnên Îranê li vê rûniştinê û endametiya li Rêxistina Hevkariya Şanghayê wek pêngaveke girîng li warê siyaseta navçeyî û navneteweyî ya Komara Islamî ya Îranê da zanîn û pêgirî kir: Hevgirtina li warê enerjiyê li Rêxistina Hevkariya Şanghayê dê bibe sedema geşepêdana aborî û di dawiyê de dê bibe sedema kêmkirina xerciyên ewlekarî, aborî û îstiqrara herêmê û derveyî herêmê.

Reîsî destnîşan kir: Komara Îslamî ya Îranê bi sûdwergirtina ji kapasîteyên xwe yên bêhempa yên wekî nêzîkbûna li du qadên herî mezin ên nift û hîdrokarbonê yên cîhanê bi navên Kendava Farsê û deryaya Xezerê, şebekeya veguhestina neft û gazê, cihê tranzît û derbasbûna guncan, Çavkaniyên mirovî yên pispor amade ye ku di vî warî de rolek bibandor bilîze û ji bo çareserkirina arîşeyên endaman di dabînkirina ewlehiya enerjiyê de roleke girîng bilîze.

Reîsî her wiha got: Hikûmeta Amerîkayê hewl dide daxwaz û yasayên xwe yên navxweyî li ser sîstema navdewletî û welatên xwedî serwerî û serbixwe ferz bike û bikaranîna berfireh a “zorê” xiste rojeva xwe, bê guman ji bo parastina yekalîbûnê, Amerîkayê hewl dide welatan ji riya pêşveçûna serbixwe dûr bêxe.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku Korîdora Çîn-Asyaya Navîn-Asyaya Rojava-Derya Spî ku xwedî potansiyeleke mezin e, ji bo geşepêdana bazirganiya di navbera Rojhilat û Rojavayê Ewrasya di rewşa heyî de wekî “beşek girîng a çareseriyê” tê dîtin ku bi hevkariya endamên Rêxistina Hevkariya Şanghayê dê were avakirin û gişt endamên vê rêxistinêdê dê ji feydeyên wê sûdê werbigirin.

Başa dön tuşu