ÎranNûçeRojhilatanavin

Îran amade ye bigihêje hawara kesên qeyrandîtî û gelê misilman ê Endonizyayê

Li pey qewimîna erdhejê û ziyanên ji ber wê, serokê Komara Îslamî ya Îranê peyama sersaxiyê ji serokomarê Endonizyayê ra şand.

Hesen Rûhanî serokomarê Îranê roja şemiyê li peyamekê bo Coko Vîdodo serokomarê Endonizyayê ji ber mirin û birîndarbûna hejmarek ji gelê vî welatî ji ber erdheja vê dawiyê sersaxî da wî û ragihand ku Îran amade ye bigihêje hawara kesên qeyrandîtî û gelê misilman ê Endonizyayê.

Li erdheja 6.5 dereceya rîştirê ya parêzgeha Açeya Endonizyayê ku berbanga roja çarşemiya heftiya buhurî qewimî, ji bilî mirina 102 kesan, bi hezaran kesî malên xwe ji dest dan û ziyan li gellek avahiyan ket.

Parêzgeha Açeya Endonizyayê sala 2004`an jî erdhejeke bi mezinahiya 9 derece rîştirê têda qewimî ku di encama sonamiya (Rabûna pêlên mezin ên ava oqyanûsê) ji ber wê da zêdetir 170 hezar kes ji rûniştiyên vê navçeyê jiyana xwe ji dest dan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu