Rejîma Alê Xelîfe mehkemekirina neqanûnî ya şêx Îsa Qasim bi mehneyên curbicur paşde xist
Dadgeha Rejîma Alê Xelîfe mehkemekirina şêx Îsa Qasim ku biryar bû îro pêk bê, bi mehna zêdekirina kesên dozvekir jibo 4`ê Kanûnê paşda xist.
Rejîma Alê Xelîfe vê dawiyê li çarçêva serkutkirina neraziyan, şêx Îsa Qasim bi şuştina dirêv (bikaranîna dirafê neqanûnî li karên rewa) û alîkariya bo terorîzmê tawanbar kiriye.
Rejîma Behreynê li Hezîrana buhurî mafê welatîbûnê yê şêx Îsa Qasim betal kir.
Zêde ji çar mehan ser gireva welatiyên behreynî li ber mala şêx Îsa Qasim li navça El-Derazê li rojava Menamê derbas dibe.
Kiryarên Rejîma Alê Xelîfe li dijî çalakên mafên mirovan û rûhaniyên Behreynê vê dawiyê pir berfireh bûne.
Behreyn ji 14 Sibata sala 2011`ê ve şehedê serhildana gelanî li dijî Rejîma Alê Xelîfe ye. Gelê Behreynê daxwaza azadiya şêx Îsa Qasim, dadmendîyê û rakirina duberekî û bidesthilatbûna sîstimeke bijartî li welatê xwe dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)