Rejîma Alê Xelîfe Qeter bi mudaxila li hilbijartinên Behreynê tawanbar kir
Rejîma Alê Xelîfe ku rastî boykota berfireh a hilbijartinên xwe yên formalîte ji aliyê gelê Behreynê hatiye, di dewama siyaseta xwe ya sûçdarkirine kes û welatên din û xapandina raya giştî vê carê dewleta Qeterê bi mudaxila li hilbijartinên Behreynê tawanbar kir.
Li gorî rapora IRNA`yê, dozgerê giştî yê Behreynê îro pêncşemê raghand ku du kes li balefirgeha Behreynê bi pereke zêde hatine desteserkirin ku ev pere ji Ebdullah Bin Xalid Alê Sanî yek ji wezîrên berê yên dewleta Qeterê bi armanca bandora ser hilbijartinên Behreynê wergirtibûn.
Dozgerê giştî yê Behreynê îdia kir ku piştî wergirtina îzna dadweriyê û guhdarîkirina peywendiya telefonî ya tawanbaran diyar bû ku wezîrê berê yê Qeterê ev pere bona çûyîna hin kesan nav parlemanê bona zexta ser Menamê ji riya Rêxistinên fermî yên welêt ji wan parlemanê, daye tawanbaran.
Behreyn ku li siysetên xwe riya Erebistana Siûdî dişopîne ji 5 Hezîrana 2017` an tev Erebistan, Îmarat û Misrê hemî peywendiyên xwe bi Qeterê re qut kirin û sînorên bejahî, deryayî û hewaya xwe ser vî welatî girêdan.
Hilbijartinên parlemanî û şaredariyan a Behreynê, 24 Mijdarê li 40 navendên hilbijartinê li 4 parêzgehên vî welatî tên lidarxistin.