AborîAsyaCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Hindistan piştgiriyê nade boykotên Emerîkayê

Wezîrê karên derve yê Komara îslamî ya Îranê roja duşemiyê piştî hevdîtina tev Sûşma Suwarac wezîrê karên derve yê Hindistanê li Dihliyê nû got: Hindistan eşkere raghandiye ku piştgiriyê nede boykotên yekalî yên Emerîkayê.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Muhemed Cewad Zerîf, bal kişand ser vê yekê ku  Îran û Hindistanê biryar dane  peywendiyên  xwe li hemî waran bidomînin û berfirehtir bikin û got: Li vê hevdîtinê li bara   derxistina niftê û cihanîna  projên hevpar ên niftê, danûstandinên  bazirganî  ên rasterast navbera her du welatan,  veguhartina  diravên derve, xebitandina  diravên  neteweyî, bendera Çabuharê, korîdora  bakur- başûr û hevkariyên berfirehtir ên tranzîtî navbera her du welatan gotûbêj kirin.

Wezîrê karên derve yê Komara îslamî ya Îranê kêxweşiya xwe li bara encamên sefera Hindistanê da diyarkirin û got: Civaka  navneteweyî hez dike rêketina navokî biparêze.

Zerîf bal kişand ser vê yekê ku hevkar û şirîkên  ticarî yên Îranê divê vê şêwazê bidomînin û destnîşan kir ku ger Komara îslamî ya Îranê  garantiyên  pêdivî ji şirîkên  xwe wergire dê rêketina navokî were domandin.

Wezîrê karên derve yê Komara îslamî ya Îranê roja duşemiyê bi taximeke siyasî- aborî gihêşt Dêhliyênû.

Sefera Zerîf bo Dêhliyênû li çarçoveya  liv û tevgerên  dîplomatîk ên vê dawiyê yên Îranê piştî derketina  Emerîkayê ji rêketina navokî cih tê.

Wezîrê karên derve yê Îranê pêştir jî sefera Çîn, Rûsiye û Brukselê meqera Yekitiya Ewrûpayê kiribû.

Başa dön tuşu