BehreynNûçeRojhilatanavin

Rejîma Alê Xelîfe Qeter bi mudaxila li hilbijartinên Behreynê tawanbar kir

Rejîma Alê Xelîfe ku rastî boykota berfireh a hilbijartinên xwe yên formalîte ji aliyê gelê Behreynê hatiye, di dewama siyaseta xwe ya sûçdarkirine kes û welatên din û xapandina raya giştî vê carê dewleta Qeterê bi mudaxila li hilbijartinên Behreynê tawanbar kir.

 Li gorî rapora IRNA`yê, dozgerê giştî yê Behreynê îro pêncşemê raghand ku  du kes li balefirgeha Behreynê bi pereke zêde hatine desteserkirin ku ev pere ji Ebdullah Bin Xalid Alê Sanî yek ji wezîrên berê yên dewleta Qeterê bi armanca bandora ser hilbijartinên  Behreynê wergirtibûn.

Dozgerê giştî yê Behreynê îdia kir ku piştî wergirtina  îzna dadweriyê û guhdarîkirina  peywendiya telefonî ya tawanbaran  diyar bû ku  wezîrê berê yê Qeterê ev pere bona çûyîna hin kesan nav parlemanê bona zexta ser Menamê ji riya  Rêxistinên  fermî yên welêt ji wan  parlemanê, daye tawanbaran.

Behreyn ku li siysetên xwe riya Erebistana Siûdî dişopîne ji 5 Hezîrana 2017` an  tev Erebistan, Îmarat û Misrê hemî peywendiyên xwe bi Qeterê re qut kirin û sînorên  bejahî, deryayî û hewaya xwe ser vî welatî girêdan.

Hilbijartinên  parlemanî û şaredariyan a  Behreynê, 24 Mijdarê li 40 navendên  hilbijartinê li 4 parêzgehên  vî welatî tên lidarxistin.

Başa dön tuşu