CîhanNûçe

Şahê nû yê Taylandê diyar bû

Li gorî nûçeya li ser Banghok Timesê pismîr Maha Vajiralongkorn yê 64 salî piştî rê û resma li parlementoyê wekî şahê Taylandê hate ragihandin. Vajiralongkorn bû şahê 10emîn yê malbata Chakriyan.

Vajiralongkorn di sala 1972an de wekî pismîr hatibû hilbijartin. Vajiralongkorn li gorî kevneşopiyên xwe di sala 1978an di perestgeheke Bûdistan de vekşiyabû înziwayê. Herwiha Vajiralongkorn di artêşa Taylandê jî gelek caran cih girtiye.

Şahê Taylandê Bhumibol Adulyadej yê ku 70 salan şahtiya Taylandê kir, di 13 Cotmehê de jiyana xwe ji dest da. Bhumibol Adulyadej, wekî şahê herî zêde li ser textê ma tê binavkirin. Hêjayî gotinêye ku Tayland ji sala 1932an û vir ve bi rêya sîstema parlementera monarşi ve tê birêvebirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu