ErebîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

Rejîma desdirêjkar a Siûdî agirbesa ragihandî li Yemenê bi êrişên berfire îxlal kir

Rejîma Alê Siûd a Erebistanê çend saetan piştî ragihandina agirbesê 48 saetî li Yemenê deverên curbicur li vî welatî de bombebaran kirin.

Li gor vê raporê balafirên rejîma Siûdî herî kêm heft caran deverên curbicur li parêzgeha Teezê ya Yemenê bombebaran kirin. Balafirên siûdî herwiha devera zubab li parêzgeha Senayê jî bombebaran kirin ku di encamê de çend yemenî hatin kuştin û çend yemeniyên din jî birîndar bûn. Parêzgeha Heceyê li bakûra rojavayê Yemenê jî ji van bombebaranan bê par nema.

Bi saya hewldanên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û bêyî ku dewleta îstîfakirî ya Yemenê bipejirîne roja pêncşemê hat ragihandin ku wê ji şemiyê ve agirbeseke 48 saetî li Yemenê cih were, lê belê dewleta Erebistanê îdia kir ku Ebd Rebe Mensûr serokomarê îstîfakirî yê Yemenê bi şandina namekê  bo şahê Erebistanê daxwaza agirbeseke 48 saetî kiriye û Erebistanê jî ew qebûl kiriye.

Ji ber êrişên dirindane ya Hevpeymaniya Erebistanî ser xelkê Yemenê hejmara awareyan gihêştiye asteke diltezîn û bi sosretî û li gor bîlançoyên navneteweyî zêde ji 21 milyon yemenî niha hewcemendê alîkariyên lezgîn in. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu