FilistînMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Rêjîma Sîyonîst dixwazê erdên dagirbûyî bikin milkê xwe

Wezareta Karên Derve ya Teşkîlata Xweîdareker a Filistînê ji Dîwana Navnetewî ya Cezayê xwest ku jibo sekinandina opêrasyona berdewam a bicihkirina Cihûyan li bajarokê kevnare yê Al Xelîlê li rexê rojavaya çemê Urdinê bikeve dewrê.

Wezareta Karên Derve ya Teşkîlata Xweîdareker a Filistînê îro di daxûyanîyekê da ragihand: “Piştî ku Rêjîma Sîyonîst di çarçova hewildana jibo valakirina hin deverên şarê Al Xelîlê û bicihkirina tam a Cihûyan li wir de, çavdêrên navnetewî ji Erdên Dagirbûyî derxistin, opêrasyona bicihkirina Cihûyan li deverên curbicur ên rexê rojavaya çemê Urdinê gurr bûye.

Ligorî ragihandina Wezareta Karên Derve ya Filistînê, bajarokekî dîrokî li şarê Al Xelîlê ketîye ber hicûma bajaroknişînên Sîyonîst û ev yeka hewcedarê wê yekê ye ku civaka navdewletî jibo sekinandina opêrasyona Israyîlê ya ramalîna nijadî û bicihkirina Cihûyan bikeve dewrê.

Wezareta Karên Derve ya Teşkîlata Xweîdareker a Filistînê ji sazîyên hiqûqê û yên navdewletî xwest ku belgeyên têkildarî zorbêjîya bajaroknişînan ku di asta cinayetên cengê û dijî mirovantîyê da ne berhev bike û raberî dadgehên navdewletî ji wan Dîwana Navnetewî ya Cezayan bikin.

Rêjîma Sîyonîst di çarçova wê de ku Erdên Dagirbûyî bike milkê Cihûyan, herîkêm 190 malên filistînîyan du sala 2018`ê da wêran kirine.

Başa dön tuşu