NûçeRojhilatanavin

Rejîma Siyonîstî, Erebistan û Behrêyîn piştevanê derketina Amerîkayê ji Rêketinmaeya Atomî

Hevçaxî neyarî û rexneyên berfire yên cîhanê ji kiryara Trump a derketina ji Rêketinmaeya Atomî, Rejîma Siyonîstî, Erebistan û Behrêyînê piştevaniya xwe ji vê siyaseta Trump ragihandin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Piştî Rejîma Siyonîstî, Erebistanê û Behrêyînê jî ragihandin ku piştevaniya biryara Trump a derketina Amerîka ji Rêketinmaeya Atomî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 dikin.

Dewleta Erebistanê ku bi piştevaniyên xwe yên siyasî û Amerîka ji çend sal berî niha agirê şêr li Rojhilata Navîn û bi taybet li welatên wekî Sûriyê, Iraq û Yemenê vêxistiye û hertim bona dabînkirina hedef û armancên Tilavîvê û Waşîngtonê li navçê dixebite sêşemêşev li daxûyaniyekê piştevaniya xwe ji derketina Amerîka ji rêketina navokî ragihand.

Behrêyînê jî ku bi palpiştiya Amerîkayê van salana şîeyên vî welatî serkut dike ragihand ku Mename ji derketina Amerîkayê ji Rêketinmaeya Atomî û girankirina boykotên dijî Îranê piştevaniyê dike.

Pêştir ji Erebistanê û Behrêyînê, Binyamîn Netanyahû serokwezîrê Rejîma Siyonîstî jî li gotinên xwe ji vê biryara Trump piştevanî kir.

Donald Trumpê serokkomarê Amerîkayê sêşemêşev li gotinên xwe ragihand ku ji Rêketinmaeya Atomî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 derdikeve.

Ev biryara Amerîkayê rastî neyariya eşkera yên şirîkên ewrûpî yên Amerîkayê ji wan Alman, Fransa û Brîtaniyayê hat.

Başa dön tuşu