FilistînNûçeRojhilatanavin

Rejîma Siyonîstî ji ber berdewamiya avakirina bajarokên hat hişyar kirin

Nivîsgeha neteweyî ya Berevaniya ji Erdên Filistînê û sekinîna li hemberî avakirina bajarokan, ji ber dewama avakirina bajarokan ji aliyê Rejîma Siyonîst ve û zêdebûna hejmara bajaroknişînan li navçeyên filistînî ev rejîma hişyar kir.

Li gorî rapora Ajansa Tesnîmê ji zarê medya nûçeyan ên Filistînê, nivîsgeha neteweyî ya Berevaniya ji Erdên Filistînê û sekinîna li hemberî avakirina bajarokan, roja şemiyê li rapora xwe ya hefteyê, dewama avakirina bajarokan ji aliyê Rejîma Siyonîst li Perravên Rojava Çemê Urdinê û Qudsa Dagîrbûyî, binpêkirina qanûnên navneteweyî da zanîn û ragihand biryara taxima dewletê ya Îsraîlê bona destdanîna ser erdên filistîniyan, siyaseta hertimî ya Têlavîvê ya di bin siya piştevaniya komîteya çaralî ya navneteweyî, nîşan dide.

Her di vî warî de, Avîgdor Lîbêrman, wezîrê şêrr ê Rejîma Siyonîstî piştî mirina Mîxaîl Mark, xaxamê tundrê yê cihûyan li operasyona berxwedana filistîniyan li El Xelîlê, bal kişand ser dewama avakirina bajarokan li erdên filistînî û hewldana ji bo dabînkirina ewlehiya bajaroknişînên siyonîst û li ser viya ku divê tivdîrên ewlehiyê û serkutkirina filistîniyan girantir bibin, pêgîrî kir.

Mûşê Kehlûn, wezîrê daraiya Rejîma Siyonîst jî berî niha ji xwe mukur hatibû ku Îsraîl nikare Intifazeya Qudsê bisekinîne û ji taxima dewletê ya vê rejîmê xwest, avakirina bajarokan li Qudsê giran bike.

Rejîma Îsraîlê bona guhertina nijyara nifûsa Filistînê li ser qazanca siyonîstan û tevî rexneyên navneteweyî, avakirina bajarokan li erdên filistînî, berfireh dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu