CîhanFilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Rejîmê siyonîst: Amerîka dê di nava vê salê de balyozxaneya xwe bibe Qudsê

Serokwezîrê Rejîmê siyonîst Benyamin Netanyahu got, Amerîka dê di nava vê salê de balyozxaneya xwe bibe Qudsê.

Serokwezîrê Rejîmê siyonîst Benyamin Netanyahu di serdana xwe ya ji bo Hindistanê de daxuyand ku Amerîkaya Quds wekî paytexta Îsraîlê nas kiriye, dê di nava vê salê de balyozxaneya xwe veguhezîne Qudsê.

Netanyahu di axaftina xwe ya li gel rojnamegeran de ji bo helwesta Amerîka ya li hemberî Filistînê got, niha li Amerîkayê 3 tiştên ku nehatine dîtin, diqewimin. Serokwezîrê Îsraîlê ji b ovan 3 tiştan got, ya yekem veguhastina balyozxaneyê yeû wisa berdewam kir, “Nêrîna min a teqez ew e ku Amerîka dê balyozxaneya xwe di nav salekê de veguhezîne Qudsê.”

Netanyahu anî ziman ku mijara duyem jî Îranê û ev tişt gotin, “Di derbarê Îranê de guherînên balkêş hene. Serok Donald Trump ji bo guherînên di derbarê bernameya nuklerê ya Îranê de dema xwe veqetand.”

Netanyahu herî dawiyê jî pesna helwesta Trump a li dijî UNRWAyê da û parast ku piştî 70 salan ev cara yekeme, tiştekî wisa dibe.

Başa dön tuşu