FilistînMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Rejîmê sîyonîst Şêx Sebriyê xetîbê Mescida Eqsayê birîndar kir

Şêx Ikrîme Sebriyê xetîbê Mescida Eqsayê, piştî nimêja eşayê di midaxeleya Rejîmê sîyonîst bo ser Mescida Eqsayê de, li ber Deriyê Esbatê bi gulleya pilastîkî birîndar bû.

Hêzên Rejîmê sîyonîst, midaxeleyî wan Filîstîniyan kir ku bi mebesta protestokirina dedaktorên ku li ser deriyên Mescida Eqsayê hatibûn danîn, li ber Deriyê Esbatê nimêja eşayê dikir. Hêzên Rejîmê sîyonîst dema midaxeleyî cemaetê kir Serokê Şanda Bilind a Îslamî ya Qudsê û Xetîbê Mescida Eqsayê Şêx Sebrî jî bi gulleya plastîkî birîndar bû.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji Heyva Sora Filistînî sitend, Şêx Sebrî bi birîndarî rakirin Nexweşxaneya Meqasidê ya li Qudsa Rojhilat.

Heta nuha ji ti meqamekî derbarê rewşa tendirustiya Şêx Sebrî daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Heyva Sora Filistînê ragihand ku di bûyerên ber Deriyê Esbatê de gelek kes birîndar bûne û rewşa hinek birîndaran giran û ya hinekan jî pileya navend e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu