ÎranNûçeRojhilatanavin

Rêjimê siyonîst zêde ji 100 êriş kiriye  ser Sûriyê û Lubnanê, li halekê ku erdên dagrbûyî yên Filistînê û çiyayên Golanê li Sûriyê tim di bin dorpêça neqanûnî ya  vê rejîmê de ne

Xulamelî Xweşrû li civîna  giştî ya  Konseya Ewlehiyê  ku bi mijara  Rojhilata  Navîn û bakurê Efrîqayê hat lidarxistin, destnîşan kir ku bingeha  sereke ya hemî qeyran û kêşeyên li Rojhilata Navîn û  bakurê Efrîqayê, mudaxilên  biyanî û dagirkerî ye.

Nûnerê dayim ê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî Dagirkirina Filistînê ji aliyê Rejîma Siyonîstî, bingeha  sereke ya hemî pevçûnên  li Rojhilata Navîn da zanîn û got: Îsraîlê zêde ji 100 êriş kiriye  ser Sûriyê û Lubnanê, li halekê ku erdên dagrbûyî yên Filistînê û çiyayên Golanê li Sûriyê tim di bin dorpêça neqanûnî ya  vê rejîmê de ne.

Xweşrû her wiha  bala xwe da ser destdirêjî, cinayet û dorpêça Yemenê ji aliyê hevalbendiya sûdî û got: Ev kiryar rasterast aşitî û ewlehiyê dixin xeterê.

Nûnerê dayim ê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir, civaka cîhanî û Konseya ewlehiyê divê Erebstana siûdî ji ber  cinaytên  xwe li Yemenê bide ber jêpirsiyê û ji bo kutakirina vê destdirêjiyê divê kirayreek cidî bike.

Xweşrû her wiha  bal kişand ser qeyrana Sûriyê û kiryarên Komara Îslamî ya Îranê û Rûsiyê ji bo rawestana li ber DAIŞ`ê û komên din ên  terorîstî û bal kişand ser rêçareya  siyasî ji bo kutakirina qeyrana Sûriyê û got: Tenê gelê vî welatî mafê xwe hene li bara pêşeroja xwe biryarê bidin.

Başa dön tuşu