NûçeRojhilatanavinSûriye

Rêkeftina herêmên aram li Sûriyê ket piratîkê

Peymana avakirina herêmên kêmkirina aloziyê li Sûriyê îşev li demjimêr 00:00ê ket piratîkê.

Herêmên kêmkirina aloziyê li Sûriyê ku bi navên xeta kesk û herêmên bi ewle hatine binavkirin, li gor memorandoma (tifaq) welatên garantor dê 6 mehan bidome û dema bê xwestin jî welatên garantor dikarin yekdengî dema wê dirêj bikin.

4 herêmên ku bi garantoriya Rûsya, Tirkiye û Îranê wekî herêmên bi ewle hatine destnîşankirin; Lazqiye, Heleb û hin deverên Hamayê û Idlib, bakurê Hûmsê, Gutaya Rojhilat û ya çaremîn jî Der’a û Kuneytra ye. Dê ev herêmên hatine avakirin ji firînê re qedexe bin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu