CîhanEwropaNûçeRojhilatanavin

Rêketina kompaniya Boeingê digel talûqkirina firîna balafira Boeing 737 MAX-8

Piştî du bûyerên ketina balafira Boeinga 737 MAX-8 kompaniya Boeingê qebûl kir ku firîna balafira 737 MAX-8 talûq bike.

Li gor rapora ajansa nûçan a Sputnîkê , kompaniya Boeingê li daxûyaniyekê ragihand piştî şêwirîna digel îdareya hewavaniya federal a Amerîka, navenda netewî ya Ewlekariya Tranzît û Transportê ya Amerîkayê, berpirsên Tranzît û Transportê û muşteriyên vê kompaniyê li seranserî cîhanê, istifadeya ji  balafira  737 MAX-8 bi curekî berwext hate talûqkirin.

Ji aliyê din ve kompaniya Boengê ragihand ev kompaniya li ser ewlehiya balafira  737 MAX-8 arxayîne.

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump jî neçar ma firîna  balafirên Boeing 737 MAX-8 li Amerîkayê bide rawestandinê .

Berî vê yekê Mekzîka, Îtiyûpya, Malezya, Semgapûr, Çîn, Awistralya, Brîtanya, Brazîl, Oman, Almanya, Iraq û Ûkrayînê firîna balafirên Boeing 737 MAX-8 li van welatana dan rawestandin. Piştî vê yekê nirxa parûpişkên Kompaniya Boeing li bûrsên Amerîkayê derdora sedî 11 daket.

  Balafira Boeinga 737 MAX-8  roja  10 Adarê ji paytexta Îtiyûpyayê Adîs Ababê diçû Nayrobiyê paytexta Kenyayê  ku çend deqîqan piştî rabûnê kete erdê û 157 lêniştiyên wê can dan.

Cotmeha 2018 jî balafireke Boeing 737 MAX-8 li Endonezyayê kete erdê ku di encamê de 189 lêniştiyên wê jiyana xwe ji dest dan.

Başa dön tuşu