Rêketinnama navokî ewqas xalên xurt û bihêz hene ku ger Emerîka ewê wêde bide, yê bixwe zirarê bike
Seyd Ebas Iraqçî, alîkarê hiqûqî û navneteweyî yê wezîrê karên derve yê Îranê û serokê navenda şopandina cihanîna rêketinnama navokî roja duşemiyê li civîna prespektîva aborî ya Îranê li Têhranê diayr kir: Donald Trump serokkomarê Emerîkayê nikare bi awayekî yekalî hevhatinnama navokî wêde dayne ji ber ku eva hevhatineke navneteweyî ye .
Iraqçî, peyama ewrûpiyan piştgiriya ji rêketinnama navokî ragihand û destnîşan kir: Muhtemel e emerîkî ser rêketinnasma navokî bisekinin, neku ewrûpiyan ragihandine ku dê ji şîrketên xwe li hevkariya tev Îranê piştgiriyê bikin.
Seyd Ebas Iraqçî, alîkarê hiqûqî û navneteweyî yê wezîrê karên derve yê Îranê bal kişand ser pêkanîna şik û gumanê li cihanîna rêketinnama navokî û destnîşan kir: Ev şik û guman dê heya du mehên din werin zelalkirin û rêketinnama navokî riya xwe didomîne û rewşa nû ya aboriyê li Îranê dê hema wisa riya xwe bidomîne .
Seyd Ebas Iraqçî, alîkarê hiqûqî û navneteweyî yê wezîrê karên derev yê Îranê bal kişand ser rawestana pêşketian navokî ya Îarnê û got : Hêzên berevaniyê, siaysî, berxwedana li hember zextan, hêza ilmî û pêşketina navokî ya Îranê, rojava bitaybet Emerîka ji êrişa eskerî û dewama boykotan dilsar kir.
Serokê navenda şopandina cihanîna rêketinnama navokî tekez kir: Rêketinnama navokî dê heya wesxtekê jiyana xwe bidomîne û ser piya bimîne ku Îran jê behremend bibe û qaweta xwe ya neteweyî biparêze.